Tahîr el-Nûnû: Heger li gorî agirbestê emel bê kirin em ji agirbesteke demdirêj re amade ne
Yek ji serokên Hamasê Tahîr el-Nûnû, destnîşan kir ku ew ji agirbestekî demdirêj re amade ne, wî îfade kir ku ew ê berxwedan çêkê xwe ji cebilcaneya fermî ya dewleta Filistînê ya nû were damezrandin re teslîm bike.
El-Nûnû, derheqê çekên berxwedanê de jî weha got, “Çekên berxwedanê, dema ku dewleta Filistînê were damezrandin ew ê bibe parçeyek cebilxaneya dewletê.”
Derheqê hêzekî navneteweyî ku li Xezzeyê were bicîhkirin de jî Nûnû got, derheqê tiştekî ewakî de hêj planeke zelal nehatîye pêşkêşkirin, bi taybetî ew îfade dike ku tu hêzekî ku bi zorê çekên berxwedanê jê re bidin danîn qebûl nakin.
Tahîr el-Nûnû, “Em bi şerta tabi’îbûna îşxalkeran ji agirbestê re ji agirbestekî demdirêj re amade ne. Çekên berxwedanê, dema ku dewleta Filistînê were damezrandin ew ê bibe parçeyek cebilxaneya dewletê. Fikra hêzekî navneteweyî berxwedanê bêçek bike hat redkirin û tû dem jî nehat nîqaşkirin. Me hêna jî di warê hêzekî navneteweyî, wezîfeyên wan û cîhên wan ên li Xezzeyê de vîzyonekî bidestnexistîye. Em bawer nakin ku tu welatekî qebûl bike ku di nav wezîfeya vê hêzê de Xezzeyê bi zorê bêçek bike. armanca Netenyahu sînoran derbas dike û hemî welatan tehdîd dike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dîmenên ku serokê nû yê serwîsa îstîxbarata derve yê rejima sîyonîst Mossadê Romen Gofman ku di 7ê Cotmeha 2023yan de ji Tûgayên Qessam direvîyabû dîsa bû rojev. Vîdeoya ku hat avêtin di nav îşxalkeran de bû sedema nîqaşên mezin
Hat diyarkirin 100 xwendekarên ku ji wîlayeta Nîjerya Nîjeryayê hatibûn revandin gihaştine malbatên xwe.
Hamasê destpêkirina wêrankirina 61 donim erd li gundê Merda, bakurê Selfîtê, ji aliyê rejîma sîyonîst ve wekî "merhaleyek nû ya planên desteserkirina erd û cihûtiyê" bi nav kir.