Weqfa Êtîman li welatê Çadê yê li bakurê Efrîqayê ji 160 zarokên ku di sêwîxaneyekî de diman re cil û bergên eydê belav kir.
Weqfa Êtîman ku li Çada welatê Misliman ê feqîr ê Efrîqayê ye, di navbera xêrxwaz û kesên hewcedar de wek pirekê xizmetê dike.
Weqfa Êtîman ku li Çadê qadên cuda yên hewcedariyê tesbît kir alîkariya zarokên feqîr û sêwî bi taybetî yên ku di medreseyan de ilmên Îslamê dixwînin, Quranê hîn dibin û perwerdehiya hafizê digirin didomîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Êtîman ve hat dayîn de weha hat gotin: "Me li herêma Sokuyona gundê Abeşe ya Çadê ku welatê Efrîqayê ye ji 160 zarokên li sêwîxaneyeke re cil û bergên eydê belav kir. Her wiha me pêlîstok diyarî zarokan kirin. Me ji 500 kesan re jî di medreseya hafizê de nusxeyên Qurana Pîroz belav kir."
Hat diyarkirin ku xebatên alîkariyê yên Weqfa Êtîman a li Efrîqayê dê bidomin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Kenanî, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê rêya Seyyîdê berxwedanê ya ku bi şanazî û îftîxarê tijîkirîye berdewam bike û bi îzna Xwedê doza wî ya pîroz ew ê bi azadbûna Qudsê pêk were.”
Tevgera Berxwedana Îslamî ya li Filistînê HAMAS, derheqê şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Hesen Nesrallah de weha got, “Ew ê van xwînan, bi tevî xwîna şehîdên Xezzeyê saz bibe û ew ê rêya berxwedanê ronî bike; wê berxwedan tu dem mil daneyne û ew ê teslîm nebe.”
Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku Sekreterê Giştî yê tevgerê Seyyîd Hesen Nesrullah şehîd bûye.
Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, ji sîvîlên ku doh êvarê malên wan bomberdûman kirin re xwest ku bila malên xwe terk bikin.