Balafirên herbê yên rejîma îşxalker, doh êrîşî Kampa Nuseyratê kirin, di êrîşa bombeyî de du kes şehîd bûn.
Çapemenîya mehellî diyar kir ku di êrîşa rejîma îşxalker a li dijî nêzê Kuleyên Ayn Caluta Kampa Nuseyratê li malekî hat lidarxistin de zilamekî û kurê wî şehîd bûn, 8 kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê, ragihand ku di êrîşa îşxalê de ji şebeqê heta êvarê hejmarê şehîdan derketîye 38 kesan.
Hêzên îşxalkeran ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji alîyê bejahî, hewa û asîmanê êrîşî Xezzeyê dike 44 hezar û 56 kesan şehîd kirin, 104 hezar û 268 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku hêj gelek qurbanî hêna di rê de ne û ekîbên xelaskirinê û ambûlans nikarin bighêjin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi hezaran sîyonîst ku di navbera wan de wezîrê qaşo yê ewlehîya netewî ya îşxalkeran Itamar Ben-Gvir jî heye, li bajara El-Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî Camîya Îbrahîm El-Xelîlê ya ku dîrokê ye kirin.
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew bi fuzeyên hîpersonîk baregeha Newatîma îşxalê hedef girtine.
Sîyonîstên îşxalker li başûrê Libnanê êrîşa asîmanî li dar xist, di êrîşê de 3 tenduristvan canê xwe ji dest dan.