Birayên Misilman (Îxwan) şehîdkirina hin rêvebirên bi taybet Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah şermezar kir û bang li welatên ereb û Îslamê kir ku li cem Lubnanê bisekinin.
Di daxuyaniya ku ji teref Îxwan hat kirin de wisa hat gotin, “Em êrîşa hovane ya dijminê îsraîlê li dijî Lubnanê, hedefgirtina berxwedana Lubnanê ya ku piştgiriya gelê me li Filistînê dike û kuştina hin rêvebirên wê bi taybetî Sekreterê Giştî yê Hizbullahê birêz Hesen Nasrullah şermezar dikin.
Birayên Misilman ji ber vê êrîşê sersaxiyê ji Hizbullaha Lubnanê, Lubnan û gelê wê re dixwaze. Birayên Misilman tekez dike ku kuştina rêberên berxwedanê di çarçoveya bihêzkirina yekitiya li derdora Filistînê de pêk hatiye û berxwedan, li her cih û wextê, li hember îşxala îsraîlî heta rizgarkirina hemû Filistîn maf û erkê her misilmanekî ye.
Pevçûn li tevahiya Rojhilata Navîn derdikeve û wextî hemû can û mal wêran bibin. Ji ber vê yekê divê welatên herêmê zextê li ser îşxala îsraîlê bikin û bi rêbazên cuda yên siyasî, aborî û leşkerî pêşî lê bigirin. Dijmin hê jî terora xwe didomîne û ji cezakirinê natirse. Lubnan ne yekem bû ku îro hat bombebarankirin û ne jî ya dawî ye! Cemaet, bang li civaka navnetewî dike ku berpirsiyariyên xwe di sekinandina li ber terorîzma îsraîlî û anîna serkirdeyên wê yên daxwazkirî de bigire ser xwe; Her wiha bang li welatên ereb û îslamê dike ku li kêleka Lubnanê bisekinin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mihafizên Şoreşê ya Îranê (MŞÎ) ragihand ku General Ebbas Nîlforuşanê yek ji fermandarên girîng bû, di êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalker a li ser Beyrûdê de şehîd bûye.
Siyonîstên îşxalker ên ku li Şerîaya Rojava êrîş û desteser kirinan zêde kirin, 40 Filistînîyên din desteser kirin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 595an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 251an.