Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku bi bilindahîya xwe ya 2 hezar û 900 metreyî di dinyayê de 2yemîn û di Tirkîyeyê de jî yekemîn e, bi xweşkayîya xwe ya payîzê zîyaretvanên xwe matmayî dihêle.
Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku ji UNESCOyê re bûye namzed, di payîzê de bi rengên xwe yên cuda û gelek xweşik mirovan matmayî dihêle.
Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku di çar demsalê de jî xweşikayîyên cuda nîşanî mirovan dide, bi sarbûna hewayê mêvanên xwe yên dawîn ên demsalê dihewîne.
Mêvanên ku him ji nav welat û him jî ji derveyê welat tênê, bi fotoxrafên ku dikşînên wê demê dixwazin ku ji xwe re bikin yadîgarek.
Zîyaretvanên ku tênê Gola Zungê, heyrên xwe yên li hember menzereyê nikarin veşêr bidin. Mehmet Elîtokê ku bi tevî malbata xwe hatîye Gola Zungê destnîşankir ku ev xuyang wan di nav heyrekî de hêştîye.
Elîtok, “Ev der ciheke xwelek xweşik e. Ciheke mirov gelek werin bîbînin e. Ji ber ku payîz e li vê derê rengûreng e. Hemû rengên tebî’atê di nav xwe de dihewîne. Me jî ev xweşikayîyê bi qemera û telefonan kişand. Ez ji hemû kesan re dibêjim ku werin ev derê bibînin.”
Behcet Akarslanê ku diyar kir ew xwendekarên zanîngehê anîtîne li vê derê û wan li vê derê digerîne jî weha got, “Me xwendekarên ku bi malbatî wan naskirîye anît li vê derê. Em gelek dixwazin ku bila mirovan werin li vê derê û ev xweşikayîyan bibînin. Ji ber ku payîz e xuyangên rengan li vê derê tê dîtin.”
Mîyaser Anara ku diyar ku ew cara yekem e tê Gola Zungê, li ser gotina ku di payîzê de Nemrud gelek xweşik e hatîye li vê derê, bi manzareyeke cuda li vê derê hatîye pêşwazîkirin û di hewa û menzereyeke cuda de xwe dîtîye.
Selman Tereceyê ku bi tevî hevalên xwe hatîye gerê jî axivî û weha got, “Em cara ‘ewil e hatine li vê derê, tabî em nizanibûn ji me re hatibû tewsîyekirin. Xweşikayîyeke ku mirovan gelek tesîrdar dike ye. Dema ku qala Bêdlîsê tê kirin serê ’ewil berf tê hişê mirovan. Lê bi dîroka xwe, navçeyên xwe ciheke xweşik e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Temsîlkarê Bajara Êlihê yê Yekîtîya Nivîskarên Tirkîyeyê Prof. Dr. Şemsettîn Dursunê ku destnîşan kir pêşeroja mirovên ku kitêb dixwînin ronîye, ji ciwanan re derheqê xwendina kitêbê de tewsîyeyan da.
Cotkarên ku li Êlihê di nav erdên xwe de enerjîya tavê danîne, bi vê şeklê ew ê erdên xwe bêperetî avdanê bikin. Bi xêra ev projeya ku li Êlihê cara yekem e cotkaran ji melîyeta ceryanê xelas bûn, ji cotkarên dinê re jî ev tewsîyeyê kirin.
Roj bi roj hinek emelên Pêxemberê me eleyhîsselat û wesselam ê ku piştî Quranê ji Misilmanan re wek nîzama jîyanê hatîye diyarkirin hatîye îhmalkirin û terkkirin. Ji vana jî ew ê herî muhîm Nimêja şevê, sîwaq û mesafeya sefên nimêjê ye.
Ev hûnermendên qaşo yên ku tu nirxên exlaqî nas nakin dibin sedema tehrîfatê.