Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Divê Îmarat li ber qanûnên navneteweyî berpirsiyar were dîtin
Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Yunus Emîroglu li ser rojevê nirxandinan kir.
Emîroğlu diyar kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst tevî peymana agirbestê rê li ber ketina alîkariya mirovî bo Xezzeyê digire û got, "Bi sed hezaran mirov bi awayekî sîstematîk mehkûmî birçîbûn û bêçaretiyê tên kirin. Ji ber nebûna amûran cenazeyên bi hezaran şehîdên ku di bin xirbeyan de hatine veşartin nayên dîtin. Ev pêkanîn nîşan didin ku stratejiya qirkirinê tevî agirbesta qaşo tê gotin jî berdewam dike."
"Divê gavên astengkirinê werin avêtin da ku korîdorên alîkariya mirovî yên bênavber ji bo Xezzeyê werin vekirin"
Emîroglu destnîşan kir ku garantor û navbeynkaran bi awayekî nebaş bersiva îxlalkirinênrejîma siyonîst dane û got, "Ji ber şert û mercên zivistanê yên nêzîk, divê dorpêça sîyonîst tavilê were bidawîkirin, divê korîdorên alîkariya mirovî yên bênavber ji bo Xezzeyê werin vekirin, divê alavên pêwîst û tîmên pispor ji bo tamîrkirina binesaziyê werin herêmê û divê gavên astengkirinê werin avêtin da ku îxlalkirin bi dawî bibin."
"Divê planeke çalakiyê ya berbiçav ji bo piştgiriya artêşa Sûdanê di zûtirîn dem de were bicihanîn"
Emîroglu bi bîr xist ku trajediyek bi heman rengî li Sûdanê jî qewimî û wiha dewam kir:
“Li deverên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ve hatine dorpêçkirin, sivîl ne tenê ji komkujiyan, lê di heman demê de ji birçîbûn û nexweşiyan jî dimirin. Li hemberî vê rewşa nayê qebûlkirin, divê planeke çalakiyê ya berbiçav di bin sîwana Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) de ji bo piştgiriya artêşa Sûdanê tavilê were bicîhanîn; dorpêça ku sivîlan hedef digire divê tavilê were şikandin. Wekî din, divê cezayên lezgîn li ser Îmaratên Erebî yên Yekbûyî werin sepandin, ku piştgiriya çek û lojîstîkî dide RSFê, ku van komkujiyên hovane pêk aniye; divê Îmarat li ber qanûnên navneteweyî berpirsiyar were dîtin. Em bang li civaka navneteweyî, cîhana Îslamî û hemî saziyên ku ji mafên mirovan re hesas in dikin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên li van her du herêman kûr dibin, tedbîrên tavilê, biryardar û tesîrdar bigirin.”
"Niha rastiyek bê înkar e ku Emrîkayê planker û dahênerê van êrîşan bû"
Emîroglu, destnîşan kir ku rejîma terorîst a siyonîst êrîşên xwe yên li ser Lubnanê zêde kiriye, diyar kir ku peymana agirbestê ya ku par hatibû îmzekirin ji teref îsraîlê ve bi hezaran caran hatiye îxlalkirin.
Emîroglu, diyar kir ku rejîma siyonîst pabendî tu rêkeftinekê nebûye û got, "Niha rastiyek nayê înkarkirin e ku Emrîka, ku tê çaverêkirin ku siyonîstan kontrol bike, planker û handêrê van êrîşan e. Tehdîdên eşkere yên Balyozê Emrikayê Tom Barrack ên hefteya borî li dijî Lubnanê û daxuyaniyên Donald Trump ên ku 'Min ferman da ku îsraîl êrîşî Îranê bike' nîşan didin ku ev êrîş bi lihevkirinek cîhanî tê kirin."
"Ne tenê Libnan, lê tevahiya ummet dê bedela wê bide"
Emîroglu diyar kir ku rejîma terorîst a siyonîst ne tenê ji bo Xezzeyê û Lubnanê, lê ji bo tevahiya herêmê jî tehdîd e û wiha dawî li axaftina xwe anî:
Ev tehdîd, ku li Xezzeyê nayê rakirin, herêmê hêna jî bêaram dike. Îlankirina herêmên li ser sînorê Misrê wekî 'herêmên leşkerî yên girtî' û zêdebûna çalakiyên leşkerî li Sînayê nîşaneyên vê senaryoyê ne. Divê cîhana Îslamî êdî ji xewa bêxemiyê şiyar bibe û li dijî êrîşa siyonîstan yekîtiyek rastîn ava bike. Divê ev hewldana nû ya êrîşî Lubnanê bi îradeyek hevpar û mudaxeleyek biryardar tavilê were rawestandin. Wekî din, îştaha îşxalkerên siyonîstan ji bo berfirehbûna erdnîgarî dê geş bibe, û ne tenê Lubnan, lê tevahiya ummet dê bedela vê yekê bide.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Datçaya navçeya Muxlayê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Li ser Rêya Êlihê ya Başûrê Êlihê, wesayîtek ji pişta qamyonekê li rê ket û ji rê derket, di encamê de du zarokan canê xwe ji dest dan û bavê wan bi giranî birîndar bû.
Li Meletîyê di qezayeke trafîkê ku wesayîtek, otobusek û qamyonek tê de bûn de, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.