Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Divê di pêvajoya çêkirina makeqanûnê de îradeya xelkê esas bê girtin. Desthilatdarî bê şert û merc yê miletê ye. Di meseleya çêkirina makeqanûnê de ger ku îradeya derbekaran bê esasgirtin, tê vê maneyê ku îradeya xelkê tune tê hesibandin.”
Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ya Sêrtê de bi çapemenîya netewî û mehellî ve hat cem hev û derheqê pirsgirêka bajêr û nîqaşên makeqanûna nû ya Tirkîyeyê de sekina partîya xwe anît ziman.
“Micadeleya bi tiryakê kêm e”
Ramanli di axavtina xwe de îfade kir ku li Sêrtê jî wek Êlih û Dîyarbekirê bi tiryakê re micadele kêm tê kirin, “Ji bona ku ciwanên Sêrtê ji belaya tiryakê xelas bikin divê gavên ciddî bêne avêtin.”
Nîqaşên makeqanûna nû
Ramanli, derheqê makeqanûna nû ya ku li Tirkîyeyê di rojevê de ye de daxuyanî da.
Ramanli derheqê sekina HUDA PARê ya li ser makeqanûna nû de îfade kir, diyar kir ku makeqanûna ku di rewacê de ye ji dewra derbeyê maye û ev makeqanûn jî ji lazimatîyên civakê re bersivê nade.
Ramanli weha got, “Makeqanûna 1982yan kirasa dînan a ku ji vê welatê re hatîye lêkirin e. Divê makeqanûna nû sîvîl be adil be û maf û azadîyên bingeh bike bin parastinê.”
Ramanli di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku divê pêvajoya makeqanûna nû hemû kesan hembêz bike û wek şekleke ku hemû kesan bighîne hev bê meşandin, wî îfade kir ku di nîqaşên makeqanûnê de hemû partîyên sîyasî û sazîyên civakî ya sîvîl li ser maseyekî bêne cem hev.
Ramanli, “Divê di pêvajoya makeqanûna nû de îradeya xelkê esas bê girtin. Desthilatdarî bê şert û merc yê miletê ye. Di meseleya çêkirina makeqanûnê de ger ku îradeya derbekaran bê esasgirtin, tê vê maneyê ku îradeya xelkê tune tê hesibandin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku divê li ber axavtina bi zimanê dayîkê û daxwazîyên bi vê şeklê astengîyek tinebe.
Ji ber zêdebûna êrîşên asîmanî yên li dijî Libnanê, Rêhewaya Tirkiyeyê seferên xwe yên ji bo Beyrûdê 5 rojan betal kir.
AFADê diyar kir ku li navçeya Tetwana Bêdlîsê di mezinahîya 4,5an de erdehejek hat qeydkirin.