Malbata Nas a ku li Mêrdînê ji bo Pêşbirka Sîyerê amadehîyê dike destnîşan kir, ew bi malbatî amadehîya îmtîhana sîyerê dikin da ku heyata mînak a Hz. Muhammed bi vê wesîleyê îdrak bikin.
Ew ê îsal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve cara 12emînê Pêşbirka Sîyerê bê lidarxistin ku ji ber vê yekê qeydên pêşbirkê ji 7ê Cotmehê vir ve dest pê kirin. Tê hêvîkirin ku pêşbirk di 12ê Sibata sala 2023yan de bê tertîpkirin. Ew ê îmtîhan wek çar kategorîyê bê tertîpkirin.
Wek li çar alîyê welêt li Artukluya navçeya Mêrdînê jî malbata Nas bi hevre ji bo vê pêşbirkê amadehîyeke şêrîn dikin. Endamên malbatê derheqê pêşbirkê de hest û ramanên xwe wisa parve kirin:
Bav Ahmet Nas: “Jiyana Resûlê Xwedê ji bo me mînak e û jiyana herî xweşik e. Em çi qas di pey wî de biçin û heyata wî ji xwe re mînak bistînin ew ê heyata me jî ew qas xweşik bibe.Temamê dê û bavên ku terbîyeya zarokên xwe ji xwe re kirine derd divê zarokên xwe bi heyata Hz. Muhammed terbîye bikin.”
Hîlal Nas: “Ez pêşî çend caran kitêbê dixwînim û dû re jî binê cihên muhîm xêz dikim û ji wan deran jî pirsan amade dikim û digel mixaletîya xwe ji bo pêşbirkê amadehîyê dikin. Ez bawer dikim ew ê ev îmtîhan ji bo me pir baş be. Lewra em bi vê yekê heyata Pêxemberê xwe hîn dibin.”
Yusuf Nas: “Hînbûna jiyana Hz. Muhammed tiştekî pir xweş e.Ji ber ku ez ê bikevim vê pêşbirkê ez pir bi kelecan im.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Esenyurta navçeya Stenbolê di febrîqeya derî de ji sebebeke hê ne dîyar şewat derket.
Wezîfedarekî polîs ku bi remza “Bombaci Mulayîm01” li ser medyaya civakî heqaretî li Midûrê Ewlehîya Bidlîsê û xanima wî kiribû li Trabzonê hat girtin.
Tirkîye ket bin bandora toza çolê ya ku ji Efrîqayê tê. Toza çolê wê sibê li temamê Tirkîyeyê bibandor be.
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, diyar kir ku li 4 bajarî li dijî DAÎŞê operayon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 20 şikdar hatin binçavkirin.