Gelê Diyarbekirê ji bo mucahîdên ku li dijî qirkirina ku ev salek e li Xezzeyê didome bi rûmetî li ber xwe didin, nimêja sibê kirin û piştî nimêjê ji bo Misilmanên ku li Filistîn û Lubnanê şehîd bûne dua kirin.
Rêxistinên sivîl ên Diyarbekirê ku ji bo balê bikşînin ser êrîşên ku li Xezze û Lubnanê zêde dibin û piştgiriyê bidin berxwedanê bernameya nimêjê li dar xistin, ji bo nimêja sibê li Mizgefta Mezin a dîrokî civînek li dar xistin.
Piştî ku azana sibê hat xwendin, xelkê Diyarbekirê çûn Mizgefta Mezin a dîrokî ku 5emîn harema Îslamê ye û li ber melatîya mela Hîdayet Yilmaz nimêja sibê kirin.
Di bernameya nimêjê ya ku piştî nimêja sibê hat lidarxistin de meş a 6ê cotmehê roja yekşemê seet 19.00an û di 7ê cotmehê de bi wesîleya yekemîn salvegera Operasyona Tofana Eqsayê dê roja duşemê çalakiyên konvoya wesayîtan bên lidarxistin hat ragihandin.
Piştî bangewazîyan bernameya civîna limêja sibehê bi duayên Sabahattîn Ozdemîr bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ragihand ku li bakurê Sûriyeyê li herêma Mertalê Firatê 2 PKK/YPGyî hatine kuştin.
Tugayên Qessam di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta şehadeta Seyîd Hesen Nasrullah de tekez kirin ku ew “tu carî xwe ji dayîna her cure piştgirî, alîkarî, stargeh û tecrûbeyê ji berxwedana Filistînê re negirt.”
ÎTTÎHADUL ÛLEMA (YEKÎTÎYA ALIMAN), ji bo şehadeta Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrullah peyama şînê belav kir.