Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku di roja 2yemîn a betlaneya eydê de 1587 qeza pêk hatin, di wan qezayan de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 2 hezar û 716 kes birîndar bûn.
Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî derheqê bîlançoya du rojên betlaneya eydê de agahîyan da, wî destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de 726 qezaya trafîkê pêk hatin, di van qezayan de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 1295 kes jî birîndar bûn.
Yerlîkaya, di heman demê de îfade kir ku 289 hezar û 700 wesayît hatine kontrolkirin, ji 18 hezar û 889 wesayîtan re kontrolên lezgîn û radarê hatine kirin, xeyn ji vana ji 17 hezar û 227 wesayîtan re jî muameleyên dinê hatine kirin.
Yerlîkaya weha got, “Bi hezaran welatiyên me li ser rê bûn ku bi malbat, hezkir û dê û bavên xwe re bigihin hev, hê jî welatiyên me li ser rê ne. Ez dixwazim careke din detayek girîng ku divê em tu carî ji bîr nekin bi bîr bînim: Kembera ewlehiyê. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê du xwendekarên qîzîn ên dibistana navîn, sinif sinif gerîyan û ji bo Xezzeyê pereyan kom kirin, qîzên hestyar pereyên kom kirin ji Karwana Hêvîyê re teslîm kirin.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Karwana Hêvîyê, ji bona ku lazimatîya Libnanê ya ji ber êrîşa sîyonîstan mexdûr û mixtac bûne ji xêrxwazan re banga alîkarîya însanî kir.
Li navçeya Sêwrêga Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.