Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, destnîşan kir ku di encama şewata ku li Mêrdîn û Dîyarbekirê derket de hejmarê mirîyan derket 11 kesan.
Doh êvarê li gundê Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê di nav erd û qorîyan de şewat derketibû.
Wezîr Koca weha got, “Ji ber sedema şewata ku li gundê Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê derketibû 11 kesan canê xwe ji dest dan, 78 kesan jî ji şewatê tesîrdar bûn. Ez ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo birîndaran jî daxwazîyên xwe yên derbasbûnê dikim.
Ji ber şewata ku li Dîyarbekir û Mêrdînê pêk hat heta niha li Dîyarbekirê 5 nexweş di beşa nexweşên rewş giran de ne, 4ê wan jî entûbe ne. Li Rihayê nexweşek entûbe ye. Nexweşên ku di nexweşxaneyên me de tedawîyê dibînin 6 kes in.
Ji ber sedema şewatê ji cîhê bûyerê re ji Dîyarbekirê 24 tîmên ambûlans, 3 tîmên UMKEyê, ji Mêrdînê de 15 tîmên ambûlans û 4 tîmên UMKEyê hatine wezîfedarkirin.
Wek ku tê zanîn şewat ji teref ekîbên me ve hatîye vemirandin, hêj xebatên sakirinê didome.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê du xwendekarên qîzîn ên dibistana navîn, sinif sinif gerîyan û ji bo Xezzeyê pereyan kom kirin, qîzên hestyar pereyên kom kirin ji Karwana Hêvîyê re teslîm kirin.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Karwana Hêvîyê, ji bona ku lazimatîya Libnanê ya ji ber êrîşa sîyonîstan mexdûr û mixtac bûne ji xêrxwazan re banga alîkarîya însanî kir.
Li navçeya Sêwrêga Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.