Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve her hefte li Dîyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê tê xwendin û di daxuyanîya çapemenîyê ya vê hefteyê de jî weha hat îfadekirin, “Ger ku gavên bi çavan bêne dîtin yên ku sîyonîstên cenewar bide sekinandin neyên avêtin dibe ku sibe dereng be.”
Weqfa Evîndarên Pêxember li Dîyarbekirê weka her hefteyî careka din ji bo Xezzeyê li meydanan bû.
Di daxuyanîya çapamenîyê ku hat lidarxistin de destek ji Tofana Eqsayê re hat dayîn û careka din wahşeta sîonîstan hat lanetkirin.
Peyama li dijî barbatiya siyonistan hat dayîn li ser navê Evîndarên Pêxember Habîb Akdogan xwend.
Akdogan weha got, “Em weka dewlet, civak û şexsan hemû ji vê îmtîxanê berpirsyar in. Îmtîxana Xezzeyê ji bo pêşeroj û azadîya me gelekî muhîm e. Di vê îmtîxanê de mesulîyetên mezin dikeve ser milê me hemûyan. Hewceye dewlet, civak û şexs mesulîyetên xwe bi cih bîn in.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma siyonist polîtîqayên xwe ya îşxalê li dijî Xezzeyê jî didomîne û welatên herêmê re dixwaza bitirsîn e.
Akdogan weha berdewam kir, “Rejîma îşxalê li Şerîaya Rojava û Libnanê wek sîstematîkî qetlîamên komî dike, cihên gundewariyê bombe dike. Rejîma sîyonîst di bin navê bicihkirinê de ji îşxalkeran re cihên nû vedikin û mal û erdên aîdê Filistînîyan xira dike. Li Libnanê teqemenîyên di cîhazên ragihandinê de hatine bicîhkirin qetlîamên komî û sûîqestan dikin. Ev êrîşa li Libnanê hat kirin ji bo welatên din tehdît û çav tirsandin e.”
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji herêmê re sînyalên herbê dide.
Akdogan di dawîya daxuyanîyê de weha got, “Di serî de Tirkiye, Îran, Misir, Libnan, Sûriye û Iraq hemû welatên Îslamê hewceye hesabên rejîma îşxalker yên herêmê xira bike. Hewceye welatên herêmê taktîtên sîyonîstan ser û bin bike. Cepheya şer a sîyonîst guh nade tu qaîde û qûralan hewceye hewlên wan ên ekonomîk, psîkolojîk, teknolojîk, leşkerî û sîyasî vala derxe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku divê li ber axavtina bi zimanê dayîkê û daxwazîyên bi vê şeklê astengîyek tinebe.
Ji ber zêdebûna êrîşên asîmanî yên li dijî Libnanê, Rêhewaya Tirkiyeyê seferên xwe yên ji bo Beyrûdê 5 rojan betal kir.
AFADê diyar kir ku li navçeya Tetwana Bêdlîsê di mezinahîya 4,5an de erdehejek hat qeydkirin.