Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanan a HUDA PARê, derheqê meseleya Fatma Sûmelî ya ku li Sêrtê ji ber ku zimanê Tirkî nizane û mafê xwe yê xizmetê nestandîye de daxuyanî da.
Li Sêrtê welatîyek bi navê Fatma Sûmelî çûbû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê ji ber ku zimanê Tirkî nizanibû derdê wê nehatibû çareserkirin.
Ev bûyera sosret di platforma medyaya civakî de hatibû parvekirin û bûbû sedema bertekan.
Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanan a HUDA PARê jî derheqê vê bûyerê de daxuyanîyek parve kir û îfade kir ku “Stendina perwerdehîyê ya bi zimanê dayîkê û xizmeta raya giştî ya bi zimanê dayîkê tenê mafeke însanî nîne ji bo îqamekirina mafên dinê jî lazimatîyeke esas e.”
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji bona ku pirsgirêkên ewakî çênebin divê bi zimanê dayîkê perwerdehî bê dayîn.
Serokatî di daxuyanîya xwe de weha ragihand:
“Tê fêhmkirin ku li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê ji Fatma Sûmelî ya ku bi pirsgirêka nebihîstîna goh ji wê test hatîye xwestin encax ji kaxizê wê re hatîye nivîsandin, ‘Ji ber ku nexweş bi Kurdî nizane nirxên wê yên SRTyê nehatine girtin’. Stendina perwerdehîyê ya bi zimanê dayîkê û xizmeta raya giştî ya bi zimanê dayîkê tenê mafeke însanî nîne ji bo îqamekirina mafên dinê jî lazimatîyeke esas e. Welatîya me ya ku îro li Sêrtê ji ber ku Tirkî nizane xizmeta tenduristîyê nestandîye, ji vê meseleyê mînakeke herî jandar e. kehnîya pirsgirêkê eşkere ye, çareserîya wî jî eşkere ye. Eşkere ye ku bê hestiyar bûna an jî paşxistina daxwazên vegerandina mafên desteserkirî pirsgirêkê çareser nake û dibe sedema pirsgirêkên din ên mezin. Bila bê zanîn ku, hemû welatîyên me xwedîyê mafê feydedîtina xizmet û mafên wekhevî ne. Perwerdehîya zimanê bi dayîkê û xizmetgirtina di raya giştî de ya bi zimanê dayîkê jî dexlê vêya ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku divê li ber axavtina bi zimanê dayîkê û daxwazîyên bi vê şeklê astengîyek tinebe.
Ji ber zêdebûna êrîşên asîmanî yên li dijî Libnanê, Rêhewaya Tirkiyeyê seferên xwe yên ji bo Beyrûdê 5 rojan betal kir.
AFADê diyar kir ku li navçeya Tetwana Bêdlîsê di mezinahîya 4,5an de erdehejek hat qeydkirin.