Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah Gumuş peyama şînê

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, bi minasebeta wefata Mele Mustafa Durgun peyameke şînê belav kir.
Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, ji bo Mele Mustafa Durgunê ku wefat kiribû peyama şînê belav kir,
Hemû metna peyamê ya Gumuş:
“بِسْمِ اللهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ
Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm
Înna lîllahî we înna îleyhî racîûn
Me xebera wefata seydayê xwe yê mihterem Mele Mustafa Durgun girtîye. Bila Rebbê min ji seydayê me re bi rehmeta xwe miameleyê bike, bila qebra wî bike yek ji bexçeyên cennetê, bila wî di cennetên xwe de mêvan bike. Bila me jî bi tevî hemû xûşk û birayan me di hizûra xwe de û di cennetê de bighêjîne hev.
Min dixwest ku di çend salên dawîn de di dewra nexweşîna wî de li cem wî bûma û ji wî îstîfade bikira. Encax Rebbê me piştî pêvajoya zindanê fîrqetê teqdîrê me kiribû.
Min û seyda di sala 1982an de hev nas kir, bi salan me bi hev re bi tevî xizmetê, dewra mehkûmîyet û merheleyên zindanê derbas kir. Hemd ji Xwedê re em ji Seyda razî bûn, bila Seyda jî ji me razî be. Bila Rebbê min tiştên ku me kirîye ji bo riza xwe qebûl bike.
Seydayê me rihê xwe ji Rebbê xwe re teslîm kir. Lê doza Îslamê ya ku li pey xwe hêştîye baqî ye. Em ê jî bi îzna Xwedê wek Seyda, kekên me, birayên me, dêyên me, bavên me, xuşkên me û xwehên me yên ku berîya seyda wefat kirine heta dawîya nefesa xwe mesulîyetên xwe bi cîh bînin înşaallah. Em tev wek birayan Îslamê bixweyînin, fêhm bikin, bijîn di eynî demê de bidin xwendin û bidin jîyandin. Em ê ji bona ku însanan Îslamê bixweyînin, fêhm bikin û bijîn bi îzna Xwedê bibin wesîle.
Cardin ji Rebbê xwe ji bo seydayê xwe rehmetê daxwaz dikim, ji bona ku Xwedê me û hemû xûşk û birayên me bi hev re di cennetên xwe de bighêjîne cem hev daxwazîyê dikim.
Birayê we Edîp Gumuş” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Barana zêde ya li Dîyarbekirê bû sedema lehiyên mezin. Ji ber ku rêyên binî veguherî golê, welatiyan û ajokarên wesayîtan zehmetiyan kişandin.
Li Amasyayê erdhejek pêk hat û li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
PKKê ku daxuyand hefteya borî kongreya xwe kom kirîye, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku xwe fesih kirîye û çekan danîye.
Li Kagitxaneya Stenbolê mînîbûsek şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û ket nav peyayan. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.