Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo 21 kesên ku li Xezzeyê di şewatê de canê xwe ji dest dan û 15 kesên ku li Silêmanî di teqînê de canê xwe ji dest dane peyama sersaxîyê belav kir.
Yapicioglu di peyama xwe ya derheqê Xezzeyê de weha got:
“Me di avahîyekî li Kampa miltecîyan a Cebalîye ya Xezzeyê de xebera wefata 21 kesan girt.
Ez ji Xwedê Teala ji bo kesên ku rehmet kirine daxwazîya rehmê, ji malbat û xelqê birayên xwe yên Filistînê re sersaxîyê dixwazim, ji bo birîndaran jî şîfa lezgîn dixwazim.”
Zekerîya Yapicioglu, ji 15 kesên ku di teqîna li Silêmanîyê de wefat kirine re jî peyama sersaxîyê belav kir û weha got:
“Em bi xemgînî hîn bûn ku di encama teqîna gaza gazê ya li avahiya Silêmaniyê de 15 kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Xwedê rehma xwe li birayên me yên wefat kirine bike, sersaxiyê ji malbata wan û gelê Kurdistanê re û dişînim ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.”
(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tankera ku mazot barkirîbû, li tira ku di heman alîyê de diçû qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan birîndar bûn.
Namzedê Serokê Şaredarîya Çewligê yê HUDA PARê Yunus Emîroglu, di bernameya fitarî ya ku partîya wî tertîp kiribû de axivî û weha got, “Meseleya Fîlîstînê meseleya Mescîdî Eqsayê ji bona me meseleyekî îman û eqîdeyê ye. Ji ber vê yekê ji bo me meseleyekî li ser sîyasetê ye.”
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encama van operasyonan de 147 şikdar hatin binçavkirin.
Li ser rêya Bêdlîs-Tetwanê ji ber barîna berfeke gur qezaya zîncîrî pêk hat, mirovên ku birîndar bûn ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.