Karwana Hêvî ya ku li Tirkiye û gelek welatên cîhanê qurbanan organîze dike, li Stenbol û Ewropa û Anadoluyê ji bo bi sedan kesan qurbanî da û bi vî awayî ji îbadeteke mezin re bû wesîle.
Karwana Hêviyê her sal li Stenbolê, li welatên cuda yên cîhanê û li gelek deverên Tirkiyê, her sal organîzasyona qurbanê li dar dixe.
Bi sedan dildarên weqfê û xwediyên qurbanan di dema nimêja sibê de li qada serjêkirinê ya li Arnavutkoyê hatin cem hev û piştî nimêja eydê ji aliyê Alîkarê Serokê Karwanê Cemal Çinar ve bi tekbîrên teşrîkê dest bi serjêkirina heywanên qurbanê kirin.
"Em li 32 bajarên Tirkiyeyê li 100 cihan organîzazyona qurbanê dikin"
Alîkarê Serokê Giştî yê Kerwana Hêvîyê Cemal Çinar ji ÎLKHAyê re der barê rêxistinê de axivî û got, "Em wek Kerwana Hêvîyê wek li gelek deverên dinyayê li Tirkiyeyê jî heywanên qurbanê difiroşin, qurbanan jî serjêdikin.”
Daxwazên ji bo Filistîneke azad hatin kirin
Çinar, diyar kir û got, "Weke hûn jî dibînin, hevalên me ji bo îbadeta qurbanê pêk bînin li her derê seferber in. Cejna alema Îslamê li Xezze û Filistînê pîroz be. Xwedê serketinê bide birayên me yên ku li Fîlîstînê li dijî rejîma îşxalker micadeleyê dikin. Hêvîdar im ku Rebbê me firsend bide ku em Filistîneke azad bi rêve bibin.”
FAHRÎ BÎÇEN
Fahrî Bîçen, da zanîn ku bi rêxistina Kerwana Hêvî re 2 sal in heywanên qurbanê dikin û weha got: "Em ji rêxistinê memnûn in. Em qurbanên xwe dixin torbeyan û diçin. Weke her sal hinek hatin serjêkirin. Trafîka li ser vê rêyê ji xeynî wê ti pirsgirêk nîne."
SELÎM KOROGLU
Selîm Korogluyê ku diyar kir ew bi teşkîlata ku Kerwana Hêvîyê li dar xistiye eleqedar e û wiha got: "Rêxistin baş derbas dibe. Bi salan e bi pêşengiya cîranên xwe heywanê xwe bi Kerwana Hêviyê qurban dikim. Em Berê tu carî di rêxistinên wiha mezin de qurbanî nedane me ev çend sal in li vir heywanê xwe dikin qurban."
EBUZER KINAY
Ebuzer Kînay, diyar kir ku ew 5-6 sal in bi xêra Kerwana Hêvîyê heywanê xwe serjê dike û weha got: "Xwedê ji wan razî be. Heywanên me bi awayekî xweş serjê dikin. Em ji vê rêxistina ku hatiye organîzekirin gelekî kêfxweş in." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve her hefte li Dîyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê tê xwendin û di daxuyanîya çapemenîyê ya vê hefteyê de jî weha hat îfadekirin, “Ger ku gavên bi çavan bêne dîtin yên ku sîyonîstên cenewar bide sekinandin neyên avêtin dibe ku sibe dereng be.”
Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ew ê di 5-6ê Cotmeha 2024an de li Diyarbekirê bi beşdarîya alimên payebilind ên ji gelek welatên Îslamê bi taybetî Tirkiyeyê hevdîtina aliman a 9emîn li dar bixe.
Li peravên navçeya Marmarîsa Mûxlayê 72 koçberên neqanûnî yên di keştiya ku motora wê qut bûbû de bûn hatin xelaskirin.
Karwana Hêvîyê ku ji Xezzeyê re alîkarîyên xwe bênavber didomîne, ji ber ku ji Derîyê Sînora Refahê bi sînordarî îzîn tê dayîn ku alîkarî bêne şandin ew ê tirên xwe yên alîkarîyê li ser Urdunê bişîne nav Xezzeyê.