Li Îraqê dengdayîn bi dawî bû
Proseya dengdana giştî ku di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de saet 7:00ê sibehê dest pê kir, bi girtina sindoqan di saet 18:00an de bi dawî bû.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ragihand ku dengdan li seranserê welat û Herêma Kurdistanê bi dawî bûye û sindoqên dengdanê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema pêvajoya hilbijartinê de ti pirsgirêkek teknîkî an îdarî nehatiye tespîtkirin.
Di hilbijartinên giştî yên Iraqê de, 7 hezar û 744 namzed ji bo parlementoya 329 kursiyan pêşbazî kirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ragihand ku ew ê encamên hilbijartinê 24 saet piştî girtina sindoqên dengdanê eşkere bike.
Hat destnîşankirin ku hilbijartin dê di pêvajoya hilbijartina parlementoyek nû û her weha serokkomar û serokwezîr de gava yekem be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafireke barhilgir a leşkerî ku ji Azerbaycanê ber bi Tirkiyeyê ve diçû li Gurcistanê ket xwarê. Wezareta Parastina Neteweyî di daxuyaniyekê de ragihand ku 20 personel di balafirê de bûn.
Li navçeya Qulpê ya Dîyarbekirê, di dema çêkirina pirekê de, ji ber hilweşîna îskeleyê sê karkeran canê xwe ji dest dan û du jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajarokê Kayapinar ê navçeya Kercewsê ya Êlihê, bi saya înîsiyatîfên Serokê Şaredariya HUDA PARê Samir Ozhan, tevî çavkaniyên kêm, projeyên girîng ên civakî hatin bicîhanîn.