Li 7 bajaran operasyona tiryakê: 72 binçavî
Di encama operasyonên ku li 7 bajaran li dijî tiryakfiroşan hat lidarxistin de 72 kes hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.
Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama operasyonên ku li Agirî, Muxla, Diyarbekir, Tekîrdag, Sakarya, Aydin û Bîngolê li dijî tiryakfiroşan hat lidarxistin de 72 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan ragihand ku mûçeya herî kêm, ku ji 1ê Çileya 2026an pê ve dikeve meriyetê, ji sedî 27 zêde bûye û net gihîştiye 28.075 TL.
Di lêpirsîna derbarê îddîayên ku encamên testên nexweşxaneyê yên bikarhênerên maddeyên hişber li Sêrtê li hember pereyan hatine guhertin de pêşketinek nû derketiye holê.
Mînîbusek li peyayekî ku hewl dida rêya Dîyarbekir-Rihayê derbas bibe qelibî, di encamê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.
Her çiqas Kosedax û çiyayên derdorê yên navçeya Eleşkirt a Agiriyê ji berfê bi temamî spî bûne jî, li navenda bajêr rojên payîzê hene.