Li Rihayê şerê bi çek: 4 birîndar
Li navçeya Wêranşara Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket û 4 kes birîndar bûn.
Bûyer, di seetên nîvroyê de li ceddeya Qerejdaxê pêk hat.
Li gorî îddîayan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare bi gotinan nîqaş derket û di demek kurt de çek hatin derxistin.
Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.
Di encama bûyerê de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber berfa zêde, qeşa û talûkeya cemidandinê, hemû saziyên perwerdehiyê yên li 19 bajaran roja Înê 2ê Çile hatin girtin.
Gulnaz Bitik a ku li navçeya Şax a Wanê di bin aşîtê de birîndar hatibû xilaskirin, li nexweşxaneya ku lê dihat birin canê xwe ji dest da.
Piştî berfa ku li Dîyarbekirê barîya, wêneyên xemsariyê ji deverên cûda yên bajêr berdewam derdikevin holê.
Li navçeya Şax a Wanê, piştî çend rojan barîna berfê ya zêde, xanî di bin berfê de man. Jinek ku di bin berfê de asê mabû, piştî operasyoneke dirêj ji teref ekîbên xelaskirinê ve hate rizgarkirin.