Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman li Êlihê ji 200 êtîman re mon û botan belav kir.
Waqfa Êtîman ku bi alîkarîya ku ji êtîm û sêwîyan re dike ve tê naskirin, li Êlihê ji 200 zarokên êtîman re mont û botan belav kir.
Zarokên ku di çarçoveya poşandina zarokan de çûn dikanekî, bi tevî malbatên xwe ji xwe re mont û botan ecibandin.
Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman Musab Îmîr, diyar kir ku bi desteka xêrxwazan ji bona ku zarok necimidin mont û botan belav kirin.
Îmîrê Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman destnîşan kir ku ew xebatên xwe berdewam dikin, “Bi hatina zivistanê me ji bona ku zarokên me yên êtîm necemidin kampanyaya montek û botekî da destkêkirin. Me bi tevî desteka xêrxwazên xwe li Êlihê ji 200 zarokên êtîm û sêwîyan re alîkarîya mont û botan kir. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku destekê dane me re razî be. Em dixwazin ku bila bê zanîn dema ku xêrxwazên me zêde bibin an jî alîkarîyên zêde bidin em ê jî ji êtîm û sêwîyan re zêdetir xwe bighêjînin. Bila alîkarîyên ku dikin biçûk nebînin. Hûn jî dikarin bi xêrekî biçûk ji kêfxweşîya wan zarokan re bibin wesîle.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Bajarê Bûrsayê ya HUDA PARê Zekî Aras diyar kir ku konsera Lînet Menaşîya ku li Tel Avîvê hatîye dinyayê û xwedîyê du hemwelatîbûnê ye ku wê vê êvarê li mekanekî were lidarxistin, di encama xebatên ku hatin lidarxistin de hat betalkirin.
Li Dûzceyê ji ber cemedê mînîbûsa karkeran qulipî. Di encama qezayê de 7 karker birîndar bûn.
Li Îzmîrê tirekî ku kartol di nav de bû li 6 wesayîtan qelibî, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.