Li Xarpêtê mînîbûsek li dîwarê qelibî, di encama qezayê de keseke ku di nav mînîbûsê de bû canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Çarrêya Zafrana Taxa Nû pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li dîwara ku di kêleka rê de bû qelibî.
Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Hat diyarkirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê du xwendekarên qîzîn ên dibistana navîn, sinif sinif gerîyan û ji bo Xezzeyê pereyan kom kirin, qîzên hestyar pereyên kom kirin ji Karwana Hêvîyê re teslîm kirin.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Karwana Hêvîyê, ji bona ku lazimatîya Libnanê ya ji ber êrîşa sîyonîstan mexdûr û mixtac bûne ji xêrxwazan re banga alîkarîya însanî kir.
Li navçeya Sêwrêga Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.