Îlahîyatvan-Nivîskar Ozkan Yaman îfade kir ku di binhişê her însanekî de wekhevbûna eshabîyan û hesreta jîyandina jîyana wek wan heye, ji ber vê yekê eshabîyan hem terapî hem tesellî hem jî wesîleya rêberîyê ne.
Ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ê Meletîyê ve bi minasebeta “Meha Mijdarê Meha Eshabîyan” bernameya ku qala jiyana Hezretî Saîd Bîn Zeyd dike hat tertîpkirin.
Bernameya ku di Eywana Konferans a Kolana Senatê de hat tertîpkirin, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û dû re Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember ê Meletîyê Sedat Aydin axavtina vekirinê kir.
Aydin bibîrxist ku ew her sal di meha Mijdarê de şexsîyeta mînak ê eshabîyekî bidestdixin, îsal jî, ji wan eshabîyan Saîd Bîn Zeyd wê qal bikin.
Aydin di axavtina xwe de destnîşan kir eshabîyên ku di rêya Resulê Xwedê de diçin digel hemû zor û zehmetîyê ji bo belavkirina peyama wî micadeleyê kirine, “Hînbûna jiyana eshabîyan, gihandina wan a ji wesfa eshabbûnê re, di heman demê de tê maneya standina îlhamê ya ji jîyana me re.”
Di berdewama bernameyê de danasîna sînevîzyonê, xwendina şiîr û îlahîyan hat kirin.
“Di binhişê her însanekî de wekhevbûna eshabîyan û hesreta jîyandina jîyana wek wan heye”
Îlahîyatvan-Nivîskar Ozkan Yaman jî ji bernameyê re beşdarî bûbû û bal kişand ku însanên herî xweş û baş Pêxember in, tabiî û eshabîyên ku li pey Pêxember çûne jî di rêya lêgerîna xweşikahî û rastîyê de cîhekî wan ê muhîm heye.
Yaman bal kişand ku di binhişê her însanekî de wekhevbûna eshabîyan û hesreta jîyandina jîyana wek wan heye.
“Eshabîyan ji bona me hem terapî hem tesellî hem jî wesîleya rêberîyê ne”
Yaman destnîşan kir ku li Tirkîyeyê ji 700î zêdetir gora eshabîyan heye, ji van jî 540ê wan li Dîyarbekirê ye, dûre îfade kir ku eshabîyan ji bona me hem terapî hem tesellî hem jî wesîleya rêberîyê ne.
“Hezretî Saîd Bîn Zeyd Misilmanê 15emîn e ku serê ewil Îslamê qebûl kirine”
Yaman derheqê jîyana Saîd Bîn Zeyd de îfade kir ku ew eshabîyekî ku bi cennetê hatîye mizgînkirin e, dema ku ji Pêxemberê me re rîsalet hatîye dayîn bîst salî bûye û 15emîn Misilmanê ku serê ewil bûne Misilman e.
“Bavê Saîd Bîn Zeyd, Zeyd Bîn Amr e, ew tenê mensubê dînê Henîf e”
Yaman di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Saîd Bîn Zeyd îstîxbaratvanekî bûye û sîxûrê herî xas ê Resulê Kîbrîya bûye. Bavê Zeyd jî mensûbê dînê Henîf bûye lê berîya Pêxemberê me wefat kirîye.
“Hezretî Saîd Bîn Zeyd, ji Misilmanbûna Hezretî Omer re bûye wesîle”
Yaman di dawîya axavtina xwe de îfade kir Saîd Bîn Zeyd ji Misilmantîya Hezretî Omer re bûye wesîle. Ew beşdarî herba Yaman û Bedrê nebûye lê di hemû herbên dinê de wek qehremanan wezîfeya xwe bicîh anîtîye.
Bername bi xwendina duayê dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bo qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin, bi taleba cewapdayînê ji Cevdet Yilmazê ku Alîkarê Serokcûmhûr e pirsî. Demîr got, Şêx Seîd ne bi dewletê re, bi zîhnîyeta Îttîhat û Teraqîyê re mucadele kiriye û nerazîbûnên xwe nîşan da.
Kampanyaya xêrxwaziyê ya ku Weqfa Êtîman li seranserê Tirkiyê ji bo gihandina alîkariyan bo Xezzeyê daye destpêkirin her hefte li bajarekî cuda berdewam dike.
Di navbera malbatên ku ji berê ve di nav wan de neyartî hebû de şer derket, di şer de dar, kevir û çek hatin şixulandin.