Serokê Karên Dîyanetê Erbaş ji êrîşa li dijî Qurana Pîroz re bertek nîşan da
Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş, ji êrîşa li dijî Qurana Pîroz ku li Hollandayê hat kirin re weha got, “Hûn xelet dikin, hûn bi êrîşkirina ji mafên însanan û pîrozîyan re ji bingeha aştî û hizûra civakî re zerarê didin, wek ku dînamîtê dikin binî.”
Erbaş li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weşanek belav kir û di weşana xwe de weha got:
“Ez êrîşa ku li Hollandayê li dijî Qurana me ya Pîroz re hatîye kirin bi tundî şermezar dikim. Ez ji li vê derê ji wan gafilan re bang dikim; Hûn xelet dikin, hûn bi êrîşkirina ji mafên însanan û pîrozîyan re ji bingeha aştî û hizûra civakî re zerarê didin, wek ku dînamîtê dikin binî. Werin Quran û Îslamê fêhm bikin, nas bikin.”
(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di civîna çapemenîyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de diyar kir ku bi mûçeya herî kêm a ku doh hat ragihandin, ne mimkûn e ku kesek, ne jî malbatek, debara xwe bike.
Di operasyoneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye koordînekirin de, di serdegirtinên 124 navnîşanan de, ku tê de gumanbar endamên DAIŞê ne û tê gotin ku di dema sersalê de bangewaziya êrîşan û plansaziya êrîşan dikirin, 115 şikdar hatin binçavkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu rapora partiya xwe pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir. Yapicioglu derbarê hûrgiliyên raporê de daxuyaniyên girîng da û bal kişand ser "Ruhê Malazgirê".
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan ragihand ku mûçeya herî kêm, ku ji 1ê Çileya 2026an pê ve dikeve meriyetê, ji sedî 27 zêde bûye û net gihîştiye 28.075 TL.