Serokomar Recep Tayyîp Erdogan weha got, “Em baş dizanin ku makeqanûna ku weraseta derbeyê ye bi demokrasîya Tirk nakeve. Makeqanûneke ku bi destê sîvîlan hatîye amadekirin deynê me ya li hember gelê me ye.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di Bernameya Xelatîyên Serfirazî ya Xizmetên Mitehîdîtîyê ya Derveyê Welat de axivî.
Erdogan di axavtina xwe de weha îfade kir, “Ji bona ku Tirkîye di warê aborî, demokrasî, sîyaseta kurewî, maf û azadîyê de bighêje hedefên xwe lazimatî ji makeqanûneke nû re heye. Em baş dizanin ku evmakeqanûna ku di rewacê de ye makeqanûna weraseta derbeyê ye, ev jî bi demokrasîya Tirk nakeve. Makeqanûneke ku bi destê sîvîlan hatîye amadekirin deynê me ya li hember gelê me yê qehreman e. Derheqê 4 meddeyên a ewil ya makeqanûnê de tu nîqaşekî me tineye. Sekina partîya me ya di warê vê meseleyê de zelal e. Em di nav daxwazîya îdarekirina pêvajoya makeqanûneke nû de ne. Em dixwazin ku bi lez û bez Tirkîyeyê ji makeqanûna derbeyê xelas bikin û pêşîya wî vebikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Welatîyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku divê li ber axavtina bi zimanê dayîkê û daxwazîyên bi vê şeklê astengîyek tinebe.
Ji ber zêdebûna êrîşên asîmanî yên li dijî Libnanê, Rêhewaya Tirkiyeyê seferên xwe yên ji bo Beyrûdê 5 rojan betal kir.
AFADê diyar kir ku li navçeya Tetwana Bêdlîsê di mezinahîya 4,5an de erdehejek hat qeydkirin.