Hafizên Qur’anê yên ku di dinyayê de navdar in bi minasebeta Şeva Regaîbê li Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê di bernameya “Zîyafeta Qur’ana Pîroz” de, hemwelatîyan mest kirin.
Mizgeftên bajêr di Şeva Regaîbê ya ku qendîla ‘ewil a di meha Recebê de ye û mizgîna sê mehên ku demsala bereket, rehmet û mexfîretê ye de ji teref welatîyan ve hat tijîkirin.
Şeva Qendîlê, wek hemû alema Îslamê li Dîyarbekirê jî bi bernameya ku li Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê hat tertîpkirin ve hat îhyakirin.
Di Mizgefta Mezin ya Dîyarbekirê de bi navê “Zîyafeta Qur’ana Pîroz” bernameyek hat lidarxistin.
Ji bernameyê re Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin û Walîyê Dîyarbekirê Alî Îhsan Su, Miftîyê Bajêr Lutfu Îmamoglu û gelek hemwelatî beşdarî bûn.
Bername bi xwendina Qur’anê ya ji teref Xatibê Ser Mela ê Mizgefta Ayasofya-i Kebir Prof. Dr. Mehmet Emîn Ay, Yekemînê Xwendina Qur’anê ya bi xweşik a di dinyayê de Qarî Abdurrahman Sadîen, Yekemînê Hafizê Qur’anê ya di dinyayê de Mustafa Kizilcaoglu û mirovên dinê ve berdewam kir.
Bername bi kirina duayê ya ji teref Miftî Îmamoglu ve bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Hasan Kiliçê ku roja duşemê koçî axîretê kiribû beşdarî şîna Cemaeta Îsmaîlaxa bû.
Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê, li ser mijara tayina mamosteyan de daxuyaniyek belav kir.
Saziya Polîtîkayên Perayê ya Bankeya Navendî ya Komareya Tirkîyeyê, qerar da ku faîza polîtîkayê li ser sedî 50 berdewam bimîne.
Di qezaya ku şeva borî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qewimî de, di encama qezaya ku otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn de 2 kes birîndar bûn. Dema qezayê ji kamerayên ewlehiyê hat kişandin.