Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji serokên Herêma Kurdistanê re pîrozbahiyên cejnê şand.
Li gor parvekirinên ku li ser hesabê medyaya civakî ya Nûnertiya Hewlêrê ya HUDA PARê hatin kirin, Yapicioglu ji Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî re cejna Qurbanê pîroz kir.
Yapicioglu her wiha peyama pîrozbahiyê ji Serokê Partiya Komaleya Dadgerî ya Herêma Kurdistanê Elî Bapîr, Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mamoste Îrfan Elî Ebdulezîz û Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizutnewe) ya Peywendî Kamil Hacî Elî re şand.
Hat diyarkirin ku ji Serokê Koalîsyona Neteweyî Aram Qadir, Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Îslamî ya Herêma Kurdistanê (Yekgirtu) Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn, Wezîrê Dewletê yê Berpirsiyarê pêkhateyên etnîkî û dînî Aydin Maruf Selîm û Serokê Giştî yê Partiya Îradeya Neteweyî ya Tirkmen Mahmut Çelebî re jî peyama pîrozbahiyê hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê du xwendekarên qîzîn ên dibistana navîn, sinif sinif gerîyan û ji bo Xezzeyê pereyan kom kirin, qîzên hestyar pereyên kom kirin ji Karwana Hêvîyê re teslîm kirin.
Fînala bernameyê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e”ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li çar alîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de li Dîyarbekirê wê bê tertîpkirin.
Karwana Hêvîyê, ji bona ku lazimatîya Libnanê ya ji ber êrîşa sîyonîstan mexdûr û mixtac bûne ji xêrxwazan re banga alîkarîya însanî kir.
Li navçeya Sêwrêga Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.