Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), bal kişand ser feydeyên civakî yên medreseyan û destnîşan kir ku alimên ku di van saziyan de hatine perwerdekirin hem di warê ilmên dînî û hem jî yên dinyayî de xizmetên mezin li civakê dikin.
ÎTTÎHADUL ULEMA, di daxuyaniya ku belav kir de ragihand ku, kevneşopiya medreseyan, di warê fêm kirina berhevkirina zanistî û kulturî ya şaristaniya Îslamê de xwedî girîngiyek mezin e.
ÎTTÎHADUL ULEMA ku der barê rola medreseyan a di civakê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir de destnîşan kir ku medrese ji bilî ku hewzayên ilmê ne, di parastin û veguhestina nirxên civakî de jî xwedî erkeke mezin in.
“Medrese ew pergala perwerdehiyê ya herî kokdar a alema Îslamê ne”
ÎTTÎHADUL ULEMA diyar kir ku medreseyan tenê di ilmên dînî de xwe sînordar nakin û wiha dewam kir, “Medreseyan yek ji sîstema perwerdehiyê ya herî kokdar a alema Îslamê ne ku gelek demên dirêj xizmetê dane ilmê û zanistê. Beşdariya girîng ne tenê bi zanistên dînî ve sînordar e, têkilîya wê di gelek warên wekî felsefe, stêrnasî, matematîk, bijîjkî û wêjeyê de jî heye. Ji ber vê sedemê, kevneşopiya medreseyê di têgihîştina berhevbûna zanistî û çandî ya şaristaniya Îslamê de xwedî girîngiyek mezin e. Medreseyê ku ji serdemên ewil a Îslamê ve bûne sazî, di serdemên Selçûqî û Ûsmanîyan de belav bûye. Medrese di civakê de li ser hedîsê Pêxemberê me ê “Elimîna ilmê, li ser her Misilmanî ferz e” cîh girtîye û bi destûra “Ji dergûşê heya qebrê, ilmê fêr bibin” gihaştiye vê çaxê, ev jî girîngîya ku daye ilm û zanistê nîşanî me dide.”
“Alimên mezin, fêdeyên zanistî yên girîng him dane şaristaniya Îslamê him jî dane alema Rojavayê”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alimên mezin ên ku di medreseyan de perwerde bûne, ji bo cîhana rojava alîkariyên girîng ên zanistî kirine, daxuyanî wisa dewam kir, “Bi saya lihev kirina navbeyna ilmên eqlî û neqlî yên di medreseyan de, alimên di wan medreseyan de gihaştine di warên ilmên him dînî him jî dunyewî de xizmetên mezin li civakê kirine. Alimên mezin weke Îbnî Ruşd, Cezerî, Cabîr b. Heyyam, Bîrûnî, Xazalî fêdeyên mezin ên zanistî him li alema îslamê dane him jî li alema xerbê dane. Medrese ji bilî ku hewzayên ilmê ne, di parastin û veguhestina nirxên civakî de jî xwedî erkeke mezin in, alimên ku li vir gihaştine di civakê de weke şexsiyetên mînak hatine qebûlkirin.”
“Medrese ew pergala perwerdehiyê ne ku li wê ilm û hikmet dibe yek”
Di dawîya daxuyaniyê de wisa hat gotin:
“Medrese ne tenê aliman, her wiha rêber û dewletmedarên civakê jî gihandiye. Li dijî medreseyan sûcdarkirina îrtîcayê tê wateya paşguhkirina rola dîrokî û xebatên zanistî yên van saziyan. Rexneyên bi vî rengî ji rastiya dîrokî dûr e û encama têr negihîştina mîrasa zanistî û exlaqî ya ku medrese pêşkêşî dîroka mirovahiyê dike ye. Medrese ew pergala perwerdehiyê ne ku li wê ilm û hikmet dibe yek hem berê û hem jî îro di nav civakên Îslamî de pozîsyona xwe biparêze dê xizmeta hemû mirovahiyê bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.
Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YÖK) Erol Ozvar ragihand ku li zanîngehên dewletê bernameyên perwerdehiya êvarê hatin girtin.