DEM a ku bi kuştina zarokekî bêguneh provokasyon û kaosê dimeşîne, ji HUDA PARê hişyarî hat û got: "Rêya ku hun diçin, ne rast e, dev jê berdin."
Di daxuyanîya ku duh ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat destnîşankirin kesên ku dixwazin bi qetilkirina Narîna biçûk ve meseleyê veguherînin provokasyon û kaosê hene û wiha hat gotin: "Daketina kesên ku dixwazin vê mijarê veguherînin provokasyon û kaosê li qadan rewşeke gelekî xeternak û xedar e. Em bang li raya giştî, rêxistinên sivîl û her kesê hesas dikin ku li hember van hewldanên xeternak û xerab hişyar bin.”
Ji HUDA PARê der barê daxuyaniyên provokatîf ên DEM Partiyê de hişyariyek nû hat.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya HUDA PARê hat dayîn de hat belavkirin, werê hat gotin, “Kuştineke hovane heye û zarokekî bêguneh ji jiyana xwe hatiye veqetandin. Hûn bi îsrar in ku #Narîna me ya ku her kesî di vê êşê de yek kir, bi derew û îftirayên xwe bikin mijara îstîsmara siyasî.
Rêya ku hun diçin, ne rast e, dev jê berdin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber munasebeta salvegera 44emîna derbeya 12ê Îlonê de peyamek weşand û got, “Ji ber ku Tirkiye hê jî bi Makeqanûna sala 1982an ku berhema derbeyê ye tê birêvebirin, ji bo desthilatdariya siyasî şermeke mezin û ji bo pêşeroja welatê me jî windahiyeke mezin e.”
Yunus Emîrogluyê ku wan baronên şer ên Qandîlê wek “çeteyeke taşeron” a ku ji bilî Kurdan ji her kesî re xizmetê dike wesfend di nirxandina xwe de got “Em rûyê we yê rastî û yê CHPyîyên ku şirîkê we yê îhalê ne baş dizanin.”
Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov got ku Enqereyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kiriye.