Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Bayram Bozyelê ku di encama kongreya partîya wî de ji Serokatîya Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê re hat hilbijartin zîyaret kir.
Yapicioglu, Bozyelê di Serokatîya Bajêr yê Diyarbekir yê PSKê de zîyaret kir.
“Pêşnîyarên me û PSKê yên derheqê çareserîya meseleya Kurd de pirî caran wek hev in”
Yapiciogluyê ku daxwaz kir ku bila ev kongre di pêşveçûna PSKê û çareserîya meseleya Kurd de bibe wesîleya xêrê, “Armanca me ya dinê yê di zîyaretê de ev e; em dixwazin ku ev dîyaloga me piştî ev zîyaretê jî bidome. Pêşnîyarên me û PSKê yê derheqê çareserîya meseleya Kurd de pirî caran wek hev in. Di gelek mijaran de û gelek meseleyan de gotûbejan bikin û dibe ku di hinek meseleyan de bi hev tevger bikin.”
Yapicioglu bîr anît ku ew ê di 19ê Kanûna Pêşîn de salvegera sazîya 10emîn ya HUDAPARê pîroz bikin, ew ê ji pîrozbayîya ku li Diyarbekirê bê tertîpkirin re Bozyelê jî dawet bikin.
Bozyel jî di daxavtina xwe de îfade kir ku ew ji ev zîyaretê gelek kêfxweş bûne û weha got, “Bi rastî Tirkîye di pêvajoyeke hessas hetta pêvajoyeke awarte de derbas dibe. Gelek problem ketine ser hev û ev probleman jî problemên 100 salê ne. Ji alîyê din ve jî li Tirkîyeyê ji ber hilbijartinê îhtîmala veguherînê heye. Mînak hikumet jî muxalafet jî makeqanûna nû û sîstema Serokkomarîyê nîqaş dikin. Meselay Kurd bi tevî hemû giranî û germîya xwe di rojeva Tirkîye û rojhilatanavîn de ye.”
Bozyel di axavtina xwe de qala muhîmtîya dîyaloga di navbera partîyan de jî kir û weha axavtina xwe zêde kir, “Çîmkî ev mesele ne meseleyek alîyekî ye, ev meseleya civakê û dîrokê ye. Divê ku hemû alîyan him ji bona makeqanûneke nû û him jî meseleya Kurd di nav aştî û demokrasîyê de çareser bikin û ji bona ev jî heta ji wan bê gerek îttîfaqê bikin. Di vê meseleyê de bi taytebî di navbera sîyasetmedarên Kurdan de û bi giştî sîyasetmedarên Tirkîyeyê de hewceye ku dîyalog hebe, mixabin ji ev dîyalogê re lazimatî heye. Divê ku dubendî ji holê bê rakirin. Divê ku rêyên dîyalogê, gotûbejan û hevdîtinan vebe ku em meseleyên xwe bi eqlî nîqaş bikin û em jî çareserîyek bibînin.”
Bozyel di dawîya axavtina xwe de weha axivî, “Di vê çarçoveyê de hatina Kekê Zekerîya û HUDA PARê gelek muhîm e. Em jî ji ev hatin û zîyaretê re roleke mezin didin. Em piştî vê zîyaretê hevdîtinan bikin û ez hêvîdar im ku em ê di meseleyên rêyeke çawa bibînin, çawa çareserîyan bibînin û ev xwîn û tundîyê çawa dawî bikin de hevdîtinan bikin. Em destê xwe bidin destê hev û mil bidin hev ku ji ev welatê re aşîtîyê, hizûrê û selametîyê bînin û em çareserîyekî bibînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, civîna ewil a li Meclîsê ya pişti cejn û hilbijartinê peyivî û got ku, “Dersa ku li saziya sîyasetê dikeve û ew muxatabê vê mesajê ye, dûrneketina ji rojeva gel û israrnekirina li xeletê ye. Gerek neyê ketin meylên Rovanşîst û marjinal, ez serdemeke ku têde reqabeta xizmetê hebe dixwazim.”
Hilbijartinên îdarî yên li herêmên rojhilat di seat 4ên piştî esrê bi dawî bûbûn li bajarên din jî di saet 17.00an de bi dawî bû.
Li 32 bajaran ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve saetên dengdayînê wek 07.00-16.00 hatibû diyarkirin dengdayîn bi dawî bû.
Serokê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û bang li xelqê kir da ku biçin li ser sindoqan û raya xwe bidin.