Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku ji bo gelek ziyaretan li Rihayê bû, Bendava Rihayê (Bendava Atatirkê) ya li bajarê Hewagê ziyaret kir.
Zekerîya Yapicioglu gera xwe ya li parêzgehên welêt didomîne. Di encama ziyaretan de Yapicioglu çû parêzgeha Rihayê û Bendava Riha (Ataturk) ya ku di çarçoveya Projeya Gapê (Projeya Başûrêrojavayê Anadoluyê) de ye ziyaret kir.
Lijneya HUDA PARê HESa Bendava Ataturk a ku hem ji bo enerjiyê hem jî ji bo avdanê li ser Çemê Firatê hatiye çêkirin ziyaret kir û bi endamên partiyê re li ser bendavê kurtefîlm temaşe kir.
Piştre Yapicioglu û lijneya bi wî re li bendavê geriyan û li ser gelek mijarên wekî rêjeya dagirkirina bendavê, kapasîteya hilberîna enerjiyê û alîkariya wê ya avdana çandiniyê ya li herêmê agahî dan rayedaran.
Yapicioglu û lijneya pê re pişt re tesîsa ku bendav lê ye ziyaret kirin û lêkolîn kirin.
Serdan bi wêneyekî bîranînê yê bi hev re kişandin bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, got ku, “Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; Divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn.”
Serrokkomar Recep Tayyîp Erdogan, wê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye qebûl bike.
Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, civîna ewil a li Meclîsê ya pişti cejn û hilbijartinê peyivî û got ku, “Dersa ku li saziya sîyasetê dikeve û ew muxatabê vê mesajê ye, dûrneketina ji rojeva gel û israrnekirina li xeletê ye. Gerek neyê ketin meylên Rovanşîst û marjinal, ez serdemeke ku têde reqabeta xizmetê hebe dixwazim.”
Hilbijartinên îdarî yên li herêmên rojhilat di seat 4ên piştî esrê bi dawî bûbûn li bajarên din jî di saet 17.00an de bi dawî bû.