Karwwana Hêvîyê yê ku di çarçoveya kampanyaya “Botek û Qapûtek” de ji malbatên mihtac re xebatên alîkarîyê dabû destpêkirin, li Diyarbekir bi sedan zarokan kêfxweş kir.
Karwana Hêvîyê ya ku xebatê xwe him li nav welat û him jî li derveyê welat dike, di van rojên serma de zarokan jî bîrva nekir.
Endamê Sazîya Rêveberîya Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê Mehmet Emîn Olgun, derheqê alîkarîyê de daxuyanî da û weha got ku ew bi şîara “Botek û Qapûtek” derketine rê û wek her sal îsal jî alîkarîyên xwe domandine.
Olgun di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em spasiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên xwe yên ku di vê lêkolînê de beşdar bûne, dixwazin ku em bi alîkariya xêrxwazan berdewam bikin. Bi bîr xist ku xebatên me yên alîkariyê tenê bi demsala payîzê re sînordar namîne, em dixwazin bi tevkariya xêrxwazan alîkariyên xwe bigihînin girseyên berfireh.”
“Ger ku ev alîkarîyan tinebûna qeweta me tinebû ku em ji zarokên xwe re cil û bergan bistînin”
Olgunê ku ji xêrxwazan re sipasîyên xwe şîyand weha got, “Xwedê ji hemû xwişk û birayên me yên ku di vê fealîyetê de alîkarîyê kirine razî be. Rebbê min alîkariyên wan li cem wî qebûl bike û xêrê li malên wî zêde bike.”
Kader Basaka ji malbatên mihtac axivî û weha got, “Xwedê ji Kerwanê Hêvî razî bibe. Pêdiviya pêlav û qapûtên zarokên me bi cih anî. Heger ne ji wan bûna, min nedikarî debara wan bikira. Kerwana Hêvî bû bavê feqîran. Xweda emelê we qebûl bike”
Saadet Odun jî axavtinek kir û weha got, “Xwedê ji wan razî bibe. Çi alîkarî hebe, bi telefonê li me digerin û me dibirin. Zarokên me qapûtên wan tune bûn, ew pêşwazî kirin. Ez spasiya wan dikim." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gola Heyranê ya ku li navçeya Zêtkaya Agirîyê ye, di her demsalê de bi xweşikahîya xwe mêvanên xwe ji xwe re heyrî dihêle.
Kemal Kahramanê Waîzê Qoserê ji ÎLKHAyê re derheqê xwe girtina pîrek û zilamên Misilman de axivî, got ku girtina pîrekê wek azanê ji şîarê Îslamê ye.
Serokê Kerwana Hêvî Cengîz Kurtaran diyar kir ku piştî erdheja di 6ê Sibatê de ji bo mexdûrên erdhejê çareser bikin û jiyana wan normal bikin dixebitin û ji bo Cejna Qurbanê banga alîkariyê kir.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di çar hefteyan de li cîhanê mirina ji ber Coronavirus (Covid-19) ji sedî 13 zêde bûye.