Hejmara kesên ku li Coronavîrus ku li Çînê derjet holê û belavî dinyayê bû heta îro herî zêde li Amerîkayê tê dîtin ku Amerîka ji ber vîrusê niha naçar maye.

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrusê ketin 500 hezar kesan derbas kir ku ji van 100 hezar kes li Amerîkayê pê ketin. Amerîka ji ber ku bi şikleke lezîgîn kesên pêketî zêde dibin bêçare maye ku ji ber vê yekê berê xwe da doktorên bîyanî.

Li ser hisaba fermî ya Yekîneya Karên Konsolxanetîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê  mijarê de daxuyanîyek  hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin tenduristvanên ku nexasim di warê Covîd-19 de dixebitin û dixwazin li Amerîkayê bixebitin bila serî li seferetxane û konsolxaneyên li cihê ku lê dimînin bidin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş