Lijneya Komeleya Avrupa Yetim Eli ya ku ji bo xebatên alîkarîyê çûbû Somalîyê, Wezîrê Edaletê yê Somalîyê Abdulkadir Mohammed Nur ziyaret kir.

Di ziyareta ku nêzî seatekê berdewam kir de lijneya komeleyê derheqê xebatên alîkarîyê yên ku ew li Somalîyê kirin û dikin de Wezîrê Edaletê yê Somalîyê Abdulkadir Mohammed Nur agahdar kirin.

Ji ber ziyareta ku hat kirin Wezîrê Edaletê yê Somalîyê Abdulkadir Mohammed Nur kêfxweşî û spasîyên xwe anî zimên û wiha got: “Di destpêkê de ez dixwazim bi xêr hatinê bidim we.Ez hêvî dikim ku hûn wek komele gelek carên din jî werin welatê me. Somalî di warê bajarvanîyê de ji nû ve tê avakirin. Em ji wê daxwaz dikin ku hûn di vê pêvajoyê de projeyên berfireh li vê derê tetbîq bikin. Li vê derê pêdivîya însanan di warê tenduristî, nexweşxane, perwerdehîyê de heye. Ji ber xebatên ku hûn dikin em ji we re teşekkur dikin. Bi izna Xwedê em ê pêkve bixebitin. Ez hêvî dikim zehmetîyên ku welatên Misliman dikşînin rojekê bi dawî bibin û em eql û hêza xwe pêkve bikar bînin.”

Nizamettîn Ayganê Rayedarê Komeleya Avrupa Yetim Eli jî di hevdîtinê de destnîşan kir, ew ji ber fikra wan a derheqê wan de kêfxweş û dilşad in û dû re wiha got: “Xweda nesîb bike ew ê xebatên me yên alîkarîyê li Somalîyê berdewam bikin. Me niyet anîye di wextên pêş de hinek xebatên din jî li vê derê bidin destpêkirin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş