Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî Avrupa Yetim Eliya ku ji ber minasebeta Îda Qurbanê li Somalîyê xebatên alîkarîyê dabû destpêkirin xebatên xwe bênavber didomîne.

Endamê Komeleya Avrupa Yetim Eli Nîzamettîn Aygan derbarê xebatên ku berdewam dikin de daxuyanîyek belav kir.

Aygan di daxuyanîya kiu da de destnîşan kir problema sereke ya li Somalîyê ava vexwarinê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me qurban dan serjêkirin û ji kesên feqîr û jar re belav kir. Piştî belavkirin goştên qurbanan me wan pereyên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn şandin ji kesên hewcedar re belav kir. Herî dawî jî me alîkarîya erzaqê kir û kesên feqîr dilxweş kir. Lê divê ez vê yekê bibêjin, bi rastî jî Afrîka war û welatê feqîran e.Li vê derê jiyan gelek bi zehmet e. Dema ku em halê însanan û halê malên wan dibînin dilê me diêşe.”

Aygan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, ew ê xebatên wan bênavber berdewam bikin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş