Berxwedana Filistîn'ê, bersiva qetlîamên arteşa îşxalê ya li ser Şerîda Xezze'yê hedef girtina herêmên îşxalkirî bi fuzeyan dide.

Bersivdana komên Berxwedana Filistîn'ê ku di serî de Tugayên Qudsê ku girêdayî Cîhada Îslamî ya hemberî êrîşên rejîma îşxalker ên 3 rojên dawî dewam dike.

Ji ber fuzeyên ku ji Xezze'yê hatin avêtin li herêmên îşxalkirî sîrenên dirêj lê xist. Siyonîstên îşxalker piştî ku sîren hatin lêxistin revîyan sitargehan.

Berxwedana Filistîn'ê bi fuzeyan wargehên mezin ên wekî Berşeba, Aşkelon, Aşdod, Rishon Lezion, Netvim û Yebna hedef girtin.

Hat ragihandin ku ji ber fuzeyên hatin avêtin hin sîyonîst birîndar bûn û zirara madî çêbû.

Hat diyarkirin ku ji roja înê vir de ji zêdetirî 500 fuze hatiye avêtin.

Tugayên Quds'ê ragihandin ku ji bo Xalid Mensûr'ê ku îro ji teref îşxalkeran ve hat şehîdkirin û ji bo şehîdên din fuze hat avêtin. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş