Êrîşên ku ji teref rejîma Sûrîyê ve tên lidarxistin bûn sedema koça însanan a herî mezin.

Sîwîlên ku rejîm û Rûsya êrîşî wan dikin ji naçarî ber bi sînora Tirkîye-Sûrîyê ve koç dikin.

Li gorî Çavdêrxaneya  Mafên Însanan a Sûrîyê ji 24ê Çileyê vir ve ji ber êrîşên rejîmê 380 hezar sîwîl ji warên xwe bûn.

Ji meha berfanbara sala 2019an vir ve jî hejmara penaberên ku ji Îdlîb û Helebê koç kirin milyonekî derbas kir.

Kesên ku ji ber êrîşan koç dikin li herêmên Dana û Sarmadayê hewl didin bijîn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş