Hejmara kesên ku di êrîşên siyonîstên îşxalker û çeteya terorê de hatin şehîdkirin derket 18an.

Îna borî li Filistînê bi beşdarbûna Filistînîyan “Meşa Mezin a Vegerê” hat tertîpkirin. Siyonîstên îşxalker û çeteyên terorê di dema meşê de êrîş birin li ser xwepêşandarên Filistînî. Di encama êrîşa ku hat kirin gelek Filistînî şehîd bûbûn û gelek jî birîndar bûbûn. Hejmara van şehîdan derket 19an.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref el-Kudra  derbarê mijarê de diyar kir Filistînîyê bi navê Ahmed Ömer Arafe'nin (25) di dema xwepêşanan ji teref siyonîstan ve hatiye şehîdkirin û digel vê şehîda dawî hejmara Filistînîyên ku di êrîşên siyonîstan de şehîd bûn derket 19an.

Derbarê êrîşên ku hatin kirin Tuxayên Îzzetîn el-Qassama şaxa leşkerî ya HAMASê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin “Ew ê dijmin bedela vê yekê bide û ew ê bibîne ka em di warê micadelê de ka çi qas bi israr û bi karar in.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji wan kesên ku şehîd bûne tev de 5 kes endamên Tuxayên Qassam in û sûretên wan hatin belavkirin.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn.” Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera ‘Roja Axê’ de xwepêşanên “Meşa Mezin a Vegerê’ hat lidarxistin.

Di encama vê meşa ku tê lidarxistin de heta niha 18 Filistînî şehîd bûn û 750ên wan bi berikên rast tev de zêdetirî 1500 kesan jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin ew ê xwepêşan nêzî 6 heftîyan berdewam bikin.(ÎLKHA)



 

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş