Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî destnîşan kir cihên ku lê pêwîst hat dîtin Tirkîye û Îran dikarin operasyonên hevpar bikin.

Civîna Sêyemîn a Koma Xebata Hevpar a ku di navbera Tirkîyê û Îranê de tê kirin li Tahranê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Muhterem Înce û Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî hat tertîpkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Muhterem Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir  di warê pêwendîyên di navbera her du welatan de geşedanên baş pêk tên ku ji ber vê yekê dostên her du welatan kêfxweş û dijminên wan jî aciz dibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî jî di hevdîtinê de destnîşan kir pêwîst e di navbera Tirkîye û Îranê de di warê îsrîxbaretê de hevkarîya heyî bê zêdetirkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cihên ku lê pêwîst hat dîtin Tirkîye û Îran dikarin operasyonên hevpar bikin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş