Li Azeza girêdayê Heleba Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxsitin, di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Azeza girêdayê Heleba Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxsitin, di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş di dema derketina cemaata camîyê ya ji nimêjê de li cihekî qelebalix hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 4 zarok û 2 pîrek jî hene.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş