Di sala 1972yan de li Burundîyê li dijî Hutuyan qetlîamek hatibû kirin, di encama xebatên ku hatin kirin de goristanên komî yên ku ji wê demê mane hatin dîtin.

Di 6 goristanên komî yên ku li herêma Karusîyê hatin dîtin de 6 hezar û 32  cesed hatin derxistin. Li herêma ku lê goristanên komî hatin  derxistin gelek berik hatin dîtin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Komîsyana Haqîqet û Lihevkirinê Pierre Kilver Endicare ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Pierre Kilver Endicare di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji gorên komî yên ku hatine tespîtkirin tevde 6 hezar û 32 cesed hatine derxistin û nasnameya hinek ji wan hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş