Hat dîyarkirin ku li wîlayeta Samangana Efxenîstanê 3 xeta ceryanê ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve hatin teqandin.

Mesele li herêma Kadamgaha li navçeya Hulma wîlayeta Samanganê pêk hat.

Li gorî Bahtar a ajanasa xeberê ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, li wîlayeta Samanganê 3 dîregên xeta ceryanê ji teref kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve hat teqandin.

Hat destnîşankirin xetên ku hatine teqandin wezîfeya belavkirina ceryana ku ji alîyê Ozbekîstanê dihat welatê dikirin û di encama xebatan de di demeke kin de wan xetan ji nû ve hatin çêkirin.

Ji bo wan kesên ku sabotajê kirine bên qefaltin xebat hat destpêkirin.

Hefteya borî jî li wîlayeta Parwanê 2 dîrekên xeta ceryanê ji teref hinek kesan ve hatibûn teqandin, ji ber vê yekê ceryana Kabîl û 8 wîlayetên dinê hatibûn qutkirin. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş