Ji ber barana ku ev bû çend roj in li Bandunga paytexta Parêzgeha Javaya Bakur dibare li 7 herêman lehî rabû.

Rayedaran destnîşan kirin, ji ber lehîyên ku rabûn zêdetirî 100 hezar kes bi şikleke menfî tesîrdar bûn.

Bi hezaran kesên ku malên wan di bin avê de man û zirar dîtin ji herêmê hatin derxistin.

Li Parêzgeha Nusa Tenggaraya Rojhilat  di mezinahîya 5.5an de erdhejek pêk hat.

Li gorî tespîtên ewil tiştek bi serê tu kesî nehat û ji ber erdhejê hişyarîya tsunamîyê nehat dayîn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş