Li Endonezyayê qemyonekî frena wî teqiya û li erebeyên ku di lembeyê trafîqê de sekinîne qelibî, di encama qezayê de 5 kes canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Endonezyayê hatine bidestxistin, li çar rêyekî bajara Balîkpapanê yê li herêma Kalîmtana Rojhilat, qemyonekî frena wî vala bû û li erebeyên ku di lembeyê trafîqê de sekinîne qelibî, di encama qezayê de 5 kes canê xwe ji dest dan û jê 4 giran tev de 17 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku şoforê qemyonê piştî qezayê ji teref polêsan ve hat binçavkirin û hat şîyandin navenda polêsê.

Di vîdeoyekî de hat dîtin ku qemyon li 2 qamyonet, 2 erebe, 2 mînîbûs, 6 amûrên dinê û 14 motoran qelibî. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş