Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 107 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 940 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 151  hezar û 325 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 107   kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28  hezar û 940  kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 68  hezar 812 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş