Li Iraqê ji ber xwepêşanên ku ji cotmehê vir ve berdewam dikin înternet hat qutkirin.

Hat ragihandin li Iraqê ji ber xwepêşanên ku ji cotmehê vir ve berdewam dikin înternet hat qutkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hêzên ewlehîyê Pira Ahrarê ya ku nêzî Herêma Kesk e bi barîyeran girtin. Li welêt midaxeleya ku bi berikên rastî ji teref hêzên ewlehîyê ve li xwepêşandêran tê kirin ji her derî tê bihîstin.

Di xwepêşanên ku ji serê cotmehê vir ve berdewam dikin de zêdetirî 200 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Iraqê Berham Salih destnîşan kiribû ger lihevkirinek çêbibe Serokwezîr Abdulmehdî amade ye ku îstîfa bike.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş