Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 654 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket  29 hezar û 251 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de bi 6 hezar û 740 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 245 hezar û 251 kesî û heta niha 147 hezar û 205 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş