Îbrahîm Reîsîyê Serokkomarê Îranê got ku ew ê heyfa Serheng Seyyad Xudayîyê ku doh di erebeya xwe de di encama suîqastekî de miribû bistînin.

Reîsî di axavtina xwe de îma kir ku suîqast ji teref “ajanên xerîb” ve hat tertîpkirin û weha got, “Heyfa şehîdê me mitleq e. Bêşek, tehqîqat di vê sûcê de, ew ê pêçîya quretîya kûrewî ( welatên ku ji teref hikumeta Îranê ve dijmin tên hesibandin) ku di vê meseleyê de ye bê derxistin.”

Saîd Katîbzadeyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê li ser Emrîqa û mittefîqên wê weha got ku Serhengê Xudayî ji teref “ajanên terorîst” yên ku “dijminên serî” yên Îranê ve hatîye kuştin.

Tê destnîşankirin ku ev suîqast, piştî kuştin Muhsîn Fahrîzadeyê îxlala herî mezin ya ewlehîyê nîşan dide. (ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş