Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ê Ewlehîya Neteweyî yê Îranê Elî Şemhanî destnîşan kir, ew mueyyîdeyên Amerîka li hember însanîyetê cinayeteke bi şikleke eşkere ye.

Şemhanî di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “ew mueyyîdeyên li ser berhemên tenduristîyê çalakîyeke dere qanûnî ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew mueyyîde nîşaneya dijmintîya Trump a li hember gelê Îranê ye. Îran ji bo li dijî Coronavîrusê micadele bike ji IMFê alîkarî teleb kir, lê belê Amerîka li dijî vê yekê sekinî ku ev yek li hember însanîyetê cinayeteke bi şikleke eşkere ye. Trump ji Coronavîrusê bi xetertir.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş