Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir, ew faîlê wê bûyera lêxistina tesîsên neftê yên rejîma Siûdî dizanin û ew ji bo êrîşeke ku îhtîmal e bê kirin amade ne.

Piştî êrîşa ku bi balafirên bê însan li du rafîneyên neftê yên rejîma Siûdî hatin kirin re Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Trump di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Êrîş li sehaya neftê ya Erebistana Siûd hat kirin.  Em failê bûyerê dizanin û ji bo vê yekê jî sebebek heye. Me berê xwe daye hedefê û li benda teyîdê ne.  Lê belê em dixwazin ku failê vê bûyerê ji Qraltîyê bibihîzin.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş