Serokê Konseya Bilind a Şoreşa Yemenê Muhammed Alî el-Husî Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ereban li dijî êrîşên ku ji teref koalîsyona ku Siûd pêşîvantîya wê dike ve li Yemenê tên kirin bêdengmayînê sûcdar kir.

Muhammed Alî el-Husîyê ku Serokê Konseya Bilind a Şoreşa Yemenê ye derbarê wan êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê tên kirin de daxuyanîyek belav kir. El-Husî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ereban li dijî êrîşên ku li Yemenê tên kirin bêdeng dimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berpirsiyarê ewil ên qetlîamên li Yemenê Amerîka û Îngiltereyê ku çekan difiroşin Siûd in. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ereban jî li dijî van êrîşan bêdeng dimînin ku ev yek jî nîşan dide ku ew jî hevkarê van  êrîşan in.”(ÎLKHA)

YASAL UYARI: Yayınlanan yazılı haber, fotoğraf ve videonun tüm hakları İlke Haber Ajansı Basın Yayın San. Tic. A.Ş.'ye aittir. Hiçbir surette haber, fotoğraf ve videonun tamamı veya bir kısmı yazılı sözleşme yapılmadan veya abone olmadan kullanılamaz.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş